Fîlme Press li vîzyoneda
Fîlmê Press ku çîrok û serpêhatiyên lehengê bi boneya bibin dengê êş, jarî û zulma ku hatiye jiyandin li cîhanê belav bikin rastî guleyan hatin, di pêvajoya ku zêde azadiya çepemeniyê tê nîqaşkirin derdiket holê.
Press ê ku derhêneriya wî Sedat Yilmaz kiriye, kevneşopiya çapemeniya azad bi zimanekî îronîk vedibêje.
Lehengên bênav ku di serdema “Kesê ji bo welat guleyan dibarînin lehengin” û dema ku daraz û hiqûqê ji wî welatî bar kiribû, li dijî zilm û zordariyê êş, jarî û serpêhatiyên gelê bindest bi slogana “Gule bi rastiyê de naçe” xwe veda kirin, îro li ser perdeya sipî di fîlmê Press de dîsa aj didin. Lehengên ku ku wê demê ji bo rastiyê bînin ziman xwe feda kirin, kujerê wan jî îro di nava civakê de digerin û hêj nehatine darizandin.
Her çend kujerên lehengê ku rastî dinivîsandin, nehatin darizandin jî dîsa kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike. Fîlmê Press, ku di serdema gund dihatin şewitandin û mirov bi komî dihatin kuştin û definkirin, ji nûve zindî dike û her wiha têkoşîna lehengên çapemeniya azad ku li dijî kuştin û zordariyê rastî dianî ziman, dîsa ji ekola rojnameya Ozgur Gundemê mînak dide Fîlmê ‘Press’ di 18’ê Adarê de, dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Xelat wegartin
Serlehengê fîlmê Aram Dildar, di cotmehê de di 47’emîn Mihrîcana Portalaqa Zerîn a Navneteweyî de xelata Jurîya Taybet girt. Fîlmê ku bi çîroka rojnameger Gurbetellî Ersoz, Nazim Babaoglu, Ferhat Tepe, Orhan Karaagar dest pê dike, rastiya şerê pênûs û guleyê vedibêje. Derhênerê fîlm Sedat Yilmaz, lîstikvan Sezgîn Cengîz û Aram Dildar der barê fîlm de nerînên xwe anîn ziman.
Derhêner Sedat Yilmaz, diyar kir ku dema di salên 1990’an de nû kevneşopiya Rojnayeya Gundemê Halk Gerçegî û Yenî Ulke hate weşandin, wê demê rojname dişopand û hemû kesên ruhê şoreşî pêre hebû ji nêzve rojneme dişopand. Yilmaz, anî ziman ku wê demê Bayram Balci li Rihayê di rojnameyê de dixebitî û ji bo avakirina buroyê xebat dimeşand û wiha got: “Rojnameger divê kesên herî zêde bi derve re di nava diyalogê de bin, lê li herêmê ne wisa bû, rojnamegerên rastî dianîn ziman nikaribûn.
Ji bo ku em rastiya wê demê ne bi devê fermî, bi devê şahid û serpêhatiyên şahidan bînin ziman, me dest bi fikrek wisa kir. Yilmaz, ani ziman ku rojnameger û xebatkarên kevneşopiya Rojnameya Gundemê wê demê pir zor, zahmetî dikşandin û gelek caran nivîsên wan rastî teksîpan dihat.
Ji ber rastî dinivîsandin dihatin kuştin. Gelek kesên ji rastiyan aciz dibûn bi guleyan rastî tekktîp dikirin. Dema xebatkarekî rojameya Gundem û Azadiya Welat tê girtin kes nabîne û naxwaze bibîne. Lê dema ku rojnamegerekî çapemeniya serdestan tê girtin dibe rojeva cîhanê. Me xwest rastiya ku wê demê pêk hatiye, şewata gundan, girtin, kuştin, îşknce û cezayê li rojname û rojnamegerên çapemeniya azad hate birîn zindî bikin.”
Apê Mûsa
Yilmaz, anî ziman ku dema digot buroya Amedê ya rojnameyê Apê Musa dihat hişê mirov. Yilmaz, da zanîn ku ew wekî alekê bû û xwestin rêça wî bişopînin.
Yilmaz, anî ziman ku di 2003’an de dest bi nivîsandina senaryoyê kir û wiha got: “Heta niha der barê pirsgirêka kurd de gelek fîlm hatin kişandin. Lê min xwest ez jiyan û rastiya şoreşgerên piştî salên 1980’ê çêkim.”
‘Min rojname balewkir'
Lîstikvan Oyun Cengîz jî, wiha got: “Ez ji malbatek polîtîk têm. Min ji biçûkatiya xwe de rojname belav kir. Min xwest ez rastiya di nava rojnameyê ya wê demê ku min dîtiye bînim ziman. Me xwest wê rastiyê ji nûve li ber çavan zindî bikin. Lîstikvan Aram Dildar jî anî ziman ku ji ber wî ew rastî dîtiye û bi serê wî de hatiye di lîstina rolê xwe de zahmetî nekişandiye.
Dildar, da zanîn ku kesên vî fîlmî temaşe bikin dê rastiya rojnamegerên kurd ku ji bo rastiyê bê tirs û fikar canê xwe veda kirine û rastî nivîsandine bibînin. Dildar, da zanîn ku wekî Nazim Babaoglu gelek rojnamegerên rastî dinivîsandin hatin kuştin û jiyandina wan ji bo wî peyvir û rûmet e.