Civata Wezîran Kom Bû

Rojev, Sûrî û rûdanên dawî ne

2012-06-25 14:42:40
Civata Wezîran bi rojeva sûrîyê civiya. Hat diyar kirin ku di civatê de, civîn û hevdîtinên ku piştî xistina balafira Turkiyeyê û rewşa dawî dê bên nirxandin.
Civata wezîran, di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan de kom bû.
Civîna civata wezîran seat di 12an de li avahiya navend a serokwezîrtiyê dest pêkir.
Mijara sereke ya civînê, xistina balafira Turkiyeyê û bûyerên li Sûriyê ye.
Di civînê de, tevdîrên ku Turkiye dê bistîne dê were nirxandin.
Di civînê de, serokê harekata Fermandariya Hêzên Hewayê Tumgeneral Ateş Mehmet İrez dê agahiyên dawî bide wezîran.
Di vê navberê de, Serokkomar Abdullah Gul, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Mehmet Erten, li İstanbulê, li Qesra Tarabyayê qebûl kir.
Hevdîtina Gul û Erten, nêzî seetek dewam kir.
Erten, derbarê xistina balafira Turkiyeyê de, serokkomar Gul agahdar kir.
Serokkomar Gul, seat di 9’ê êvarê de jî, dê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu qebûl bike.