Davutoglu bi telefonê ligel Zêbarî axivî
Wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu bi telefonê ligel wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî axivî û derbarê firokeya Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve hatî xistin, zanyarî dayê.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, wezîrê derve yê Tirkiyê di peywediya telefonî ya ligel Zêbarî de zanyariyên derbarê firokeya Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve di qada navneteweyî de hatiye xistin ligel parve kiriye.