Piştî 32 salan dîroka DDKD’ê ji nû ve tê nivîsandin
Komeleya DDKD ku di salên 70’î de mohra xwe li dîroka kurdan û Tirkiyeyê xistibû, careke din derkete ser dikê. Lê DDKD’ê îcar ji nava navê xwe “Kultur” derxist û di şûna wê de “Kurd” bi cih kir. Rêveberê wê dixwazin careke din mohra xwe li dîrok û rojeva kurd û Kurdistanê bidin.
Komeleya DDKD ku di salên 70’î de mohra xwe li dîroka kurdan û Tirkiyeyê xistibû, careke din derkete ser dikê. Lê DDKD’ê îcar ji nava navê xwe “Kultur” derxist û di şûna wê de “Kurd” bi cih kir. Rêveberê wê dixwazin careke din mohra xwe li dîrok û rojeva kurd û Kurdistanê bidin.
Dibe ku nifşên nû DDKD’ê nas nekin. Lê kesên ku di salên 70 û 80’an de bi siyasetê re mijûl bûne, vê komeleyê ji nêz ve nas dikin. Lewre wê demê hêza DDKD’ê pir bû û navê wê di bin gelek xebatan de hebû. Tam li 43 bajar, navçe û gundên Bakur şaxên xwe vekiribû. Bi tevahî 52 hezar endamên wê hebûn. Gelek kesên ku niha di nava siyasetê de ne, endam û aktivîstên berê yên DDKD’ê ne. Remzî Kartal, siyasetmedar Osman Ozçelîk, Alî Şîmşek û Hatîp Dîcle ji vê kevneşopiyê tên. Her wiha Serokê HEP’ê yê berê Vedat Aydin ku ji aliyê hêzên kûr ên dewletê ve hate kuştin jî yek ji aktivîstên DDKD’ê bû. Lê di dema derbeya leşkerî ya 1980’an de, bi hezaran rêveberên wê hatin girtin û ji wan nêzî 700 kes bi dehan salan hatin cezakirin. DDKD ji nû ve îcar bi navê “Komeleya Şoreşger û Demokrat a Kurd” hate damezrandin.
Rojnameya me Rûdaw bi Cîgerê Serokê Giştî yê DDKD’ê Abdulhay Okumuş û aktivîstê wan ê navdar Helîm Îpek re, li ser paşeroj û pêşeroja DDKD’ê guftugoyek kir. Me pirsî, wan jî bersiv da.
Komeleya we pêşî li ser kîjan bingehê hatibû avakirin?
Abdulhay Okumuş: Di 28’ê îlona 1977’an de bi awayeke fermî û navendî hate danîn. Li pişt vê îradeyeke siyasî hebû. Navê wê îradeyê Kürdistan İşçi Partisi (KİP) bû. Piştre PKK ev nav girt, bi kurdî bi kar anî. Xebata li ser ziman, çand û problemên rojane yên xortên karker, xwendevan û gundiyan eleqedar dibû. Ji hêlekê ve jî ji bo KÎP’ê hêlîna avakirina kadroyan bû. Dirûşma wê ya sereke perwerdehiya bi zimanê kurdî bû. Li Kurdistana Tirkiyeyê di salên 1977’an de yekemîn car bi DDKD’ê perwerdehiya bi kurdî hem kete rojeva kurdan û hem jî di rojeva tirkan de cihê xwe girt. Ev daxwaz heta îro jî bi awayeke berfirehtir didome. Wê çaxê ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya zikmakî bi deh hezaran kes ji aliyê DDKD’ê ve di çalakî û meşan de li hev diciviyan û ev daxwazên xwe dianîn ziman.
Helîm Îpek: Mitîngên girseyî li Bismil, Amed, Swêreg, Bedlîsê û lig elek cihên Kurdistanê pêk dihatin û bi deh hezaran kes tevli van mitîngan dibûn. Beriya 80’an li 43 bajar, navçe û gundan şaxên wê hebûn. Bi tevahî 52 hezar endamên wê hebûn.
Ewçax gelek rêxistinên din ên kurdan hebûn. Di navbera DDKD û rêxistinên din de çi cudahî hebûn?
Abdulhay Okumuş: DDKD’ê pêşevaniya baweriya modernîteyê dikir. Rêxistinên li derveyî me ji Kurdistanê re digotin feodal e. Me jî digot Kurdistanê ev qonax paşve hiştiye û ketiye qonaxa kapîtalîzmê, modernîteyê. Fedoalîzm û kapîtalîzm pergala hilberînan e. Daxwazên me yek bûn lê tespîtên me cuda bûn. Rêxistin jî li gorî cudatiya tespîtan û şertên aborî ava dibin.
We ev çand û ehlaqa rêxistinbûna xwe ji ku digirt?
Helîm Îpek: Me ji medreseyên Kurdistanê, ji Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran û kesên weke Melayê Cizîrî digirt. Tim lêkolînên me li ser dîroka Kurdistanê bûn. Rewşenbîrên me jî bi dîtineke modernîte, sosyalîzm, demokrasiyê ketin nava me. Di nava vê sentezê de kadroyên me ava bûn.
Wêne: Helîm Îpek
Abdulhay Okumuş: DDKD piştî 77’an ku navendî bû, her çiqas li gorî prosedûra fermî diviya tevli siyasetê nebûya jî, me kadroyên siyasî di bin banê vê komeleyê de perwerde dikir. Piştre ev kadro di qada siyasetê de tevli xebatên KÎP’ê dibûn û di nava gel de siyaset dikirin. DDKD di qada têkoşîna demokrasiyê de, bi hêzên demokrasiya Tirkiyeyê û kurdan re jî têkiliyên cidî danî, xebatên cidî kirin. Tu caran nekete qada tundiyê û riyên şer neparast. Tu caran tundiyê tasfîp nekir. Di nava hêzên kurdan de dixwest yekitî, dostanî û biratî hebe.
Di nava rêxistinên kurdan ên wê demê de hêza DDKD’ê çiqas bû?
Helîm Îpek: Hêza DDKD’ê ji hemû hêzên kurdan xurtir bû. Hêzên din ên kurdan nîvê me jî tunebûn. Em li hemû bajarên kurdan birêxistin bûn. Kovara bi navê Devrimci Demokrat Gençlik, amûra me ya propagandayê bû. Hemû geşedanên me, perspektîfên me yên siyasî li ser vê kovarê digihişt gel. Li ser çand, huner û folklora kurdî jî me kovareke xwerû bi kurdî ya bi navê Tîrêj derdixis. Ev kovar hem bi kurmancî û hem jî bi zazakî bû.
Abdulhay Okumuş: Dema ku kovara Tîrêj derdiket, kurekî min çêbû. Min navê kurê xwe Tîrêj danî. Bi rastî jî wê çaxê ew tevgera me û komeleya me, ji bo gelek tiştan destpêkek bû.
Destpêkên çawa?
Helîm Îpek: DDKD di siyaseta Kurdistanê de, heta dikaribû xebatên xwe bi kurdî dimeşand. Di şaxan de perwerdehiya bi zimanê kurdî dida. Jiyan bi giranî bi kurdî bû. Bêguman me xwe perçeyekî ji Kurdistanê hîs dikir û hê jî em xwe wisa hîs dikin. Ji ber vê yekê xebatên me jî li ser vê bingehê dihatin meşandin.
Nêzikahiya dewletê ya li hemberî we çawa bû?
Abdulhay Okumuş: Çanda dewletê ya demokrasiyê ji ber ku tenebû, li hemberî têkoşîna demokratîk tadeyî pir bûn, zext û zordarî hebû. Hema hema piştî hemû çalakiyên me dewletê hin hevalên me digirtin û davêtin girtîgehan. Gelek ji wan bi dehan salan ceza xwarin. Piştî derbeyê jî nêzî 700 rêveberên navend û şaxên DDKD’ê hatin cezakirin. Tevî ku DDKD li gorî zagonên wê çaxê ava bibû jî dewletê muameleya rêxistineke îlegal pê dikir, bi wî çavî lê nihêrt û ceza kir. Digel ku DDKD li gorî zagonên Tirkiyeyê resmî û legal jî bû, endam û rêveberên wê bi sûcdariya “endamtî û rêveberiya DDKD” hatin cezakirin. Komeleya me ya legal weke derqanûnî nîşan dan û girtin. Gelek hevalên me di zindanan de man û gelek ji wan jî reviyan derveyî welat.
Helîm Îpek: Hê jî serokê wê demê yê DDKD’ê Paşa Uzun, Şakîr Tutal, sekreterê wê Vîldan Tanrikulu û gelek kesên din li derveyî welat in. Piştî 30 salên xwe tije kirin, hin ji wan vegeriyan. Midûrê Karê Nivîsê yê kovara Devrimci Demokrat Gençlik Medenî Marşîl piştî 30 salan encax karî were ser axa bav û kalên xwe.
Di salên 70-80’an de, li Amedê cih û mekanên her rêxistinan cuda bûn. Her yek ji xwe re baxçeyek, çayxaneyek yan jî qehwexaneyek diyar kiribû. Cihê DDKD’iyan ku derê bû?
Abdulhay Okumuş: Li Amed Parka Heso warê DDKD’iyan bû. Li her semtê çend heb qehwexaneyên me hebûn. Cihê wan piranî li binê bedenên Amedê bûn. Ew cih niha tune ne. Em bêriya wan deman dikin.
Hemû DDKD’î Heso baş nas dikin. Dikarî hinekî behsa Heso bikî?
Abdulhay Okumuş: Em hemû piştî derbeyê hatibûn girtin. Rojekî deriyê qawîşê vebû, me lê nihêrt Heso anîn. Ew xwediyê Parka Heso bû. Pêşî pir heyirî mabû, şaş bibû. Em hemû li wê derê bûn. Bişirî, li me vegeriya û got; “Ez dizanim muşteriyên qehwexaneya min kêm bibûn. Vaye tev li vir in.” Heso merivekî pir welatperwer bû. Kîjan hêzên kurd biçûna ba wî, destvala venedigeriyan. Di nava tu rêxistinê de cih nedigirit. Lê alîkariya hemûyan jî dikir. Jixwe ew ne ji ber siyasetê, ji ber çaya qaçax hatibû girtin. Di hundir de gelek hevalên me ji ber îşkenceyê birîndar bûn. Heso pereyên hemû îlacên wan dida. Dema ku komkujiya Helepçeyê çêbû û kurdan xwe li sînoran xist, Heso li Amedê tam 3 kamyon erzaq û xwarin civand. Heso bi rehmetî Vedat Aydin û çend hevalên din re erzaq birin sînor û bi destê xwe li wan belav kirin.
Wêne: Abdulhay Okumuş
Dema we ji nû ve lewheya DDKD’ê danî, we çi hîs kir?
Hemîm Îpek: Dema me lewha danî, ez pir kêfxweş bûm. Min got qey ez hê jî xort im, bi vê riyê re şabûnekî çêbû. Dema me lewheya xwe daliqand, Milet fotograf dikişandin. Di nava dostan de, xortan de îtibareke erênî hişt. Gelek xort piştî lewheyê dîtin, hatin serdana me. Bi me re sohbet kirin. Hêzên din jî kêfxweş bûn, em pîroz kirin.
Armanca we ya avakirina DDKD’ê ya ji nû ve çi ye?
Helîm Îpek: Ji bo ku têkoşîna demokratîk û sivîl xurtir bibe û em bikaribin piştgiriyeke baş bidin çareserkirina pirsgirêka kurd, me hewcedarî bi avakirina DDKD’ê dît. Em dixwazin careke din kadroyên xwe yên berê bigihînin hev. Bi rengekî nû û nûjen, bi hiqûqeke navneteweyî, bi demokrasiyeke pêşketî, xebatên xwe bikin. Her wiha em ê li ser ziman, çand û dîroka kurdan lêkolîn û vekolînên hêja bikin.
Armanca we ya partibûnê heye yan na?
Abdulhay Okumuş: Ger em bigihijin wê astê û wê rewşê, dibe ku em di pêş de bibin partî jî. Ger şert û merc guncaw bibin, helbet em ji partîbûnê re jî nabêjin na. Em dikarin bi nasnameya kurd partiyekê jî ava bikin.