Peyama Piştevaniyê
NATO’yê Sûrî hişyar kir...
Li ser daxwaza Turkiyeyê, civîna nûnerên daîmî yên natoyê, li Brukselê pêk hat. Piştî civînê sekreterê giştî yê natoyê anders fok rasmusen daxuyanî da. Rasmûsen got: “ji aliyê sûrî vê xistina balafira tirkiyeyê nayê qabûl kirin. Em weke hevalbendan, vê çalakiyê şermezar dikin û em bi Turkiyeyê re di nav piştevaniyê de ne.”
Civîna hevalbendên NATOyê, nêzî du saetan berdewam kir. Civîn, li ser daxwaza Tirkiyeyê li gora xala 4’emîn ku ger li ser sînor û an jî serxwebûna endamekî NATOyê êrîş were kirin civîna hevalbendan dihewîne, hate kirin.
Turkiyeyê, di civînê de, derheqê ji aliyê Sûrî ve xistina balafirê de agahiyên berfiren da hevalbendan. Turkiyeyê, êrîş bi delîlên radarê pêşkeşî nûnerên daîmî yên NATOyê kir ku;ev êrîş ne di nav sînorê sûriyê de, di qada navnetewî de hatiye kirin.
Piştî civînê, sekretere giştî yê NATOyê Anders Fok Rasmussen daxuyanî da û got: “xistina balafira Turkiyeyê nayê qabûl kirin, em vê êrîşê şermezar dikin”.
Rasmûssen da zanîn ku, îtîfaka NATOyê, rûdanan ji nêz ve dişopîne, ev civîn wekî dan û standina fikir û ramana bû û di cîvînê de, xala 5 emîn qet nehatiye rojevê.
Rasmûssen Sûryê jî wiha hişyar kir: “ divê bûyereke din ya wisa neqewime.” Sekreterê Gişti yê NATOyê xwast ku; ji bo ev bûyer mezin nebê, divê Sûriye, li gorî bendewariyên Tirkiyeyê tevbigere.